Önder Beyter
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Serokwezîrê Etiyopyayê Abiy Ehmed ragihand ku hewldana derbeyê ya li Amharayê ya dijî hikûmeta herêmî hat kontrolkirin, lêbelê di pevçûnan da hin kes hatin kuştin û hin kes jî birîndar bûn."
Ehmed di têlevîzyonê da bangî gel kir û diyar kir ku eskerên peretî yên girêdayî koma hewil da ku li eyaleta Amharayê li dijî hikûmeta herêmî derbeyê bike, teşebus kirin ku Sererkan Seare Mekonnen bikujin, lêbelê der heqê rewşa tenduristiya Mekonnen da gotinên teqez neanî ziman.
Ehmed destnîşan kir ku hewildana li Amharayê hat kontrolkirin, li heremê ewlekarî hat edilandin, lêbelê di pevçûnan da hin peywirdar hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.
Ji aliyekî din va li gorî hin nûçeyên medyaya xumalî, Sererkan Mekonnen hat kuştin.