Önder Beyter
23 Hezîran 2019•Rojanekirin: 23 Hezîran 2019
Hat ragihandin ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ji Serokê Amerîkayê Donald Trump nameyeke ku "naveroka wê pir baş e" wergirt.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Koreya Bakur KCNAyê, Kim ji Serokê Amerîkayê Trump nameyeke nû wergirt.
Hat destnîşankirin ku Kim ji ber nameyê gelekî kêfxweş bû û herwiha naveroka nameyê jî pir eciband.
Kim got ku cesareta Trump ji bo wî ciyê şanaziyê ye û herwisa ew ê li ser naveroka nameyê bifikire.
Serokê Koreya Bakur Kim herî dawî 11ê hezîranê ji Trump ra name şandibû.