15 Hezîran 2016•Rojanekirin: 16 Hezîran 2016
PARÎS
Li Fransayê li ser banga sendîkayan ji bo protestokirina pêşnûmaya zagonê ya xebatê li tevahiya welêt grev û çalakiyên protestoyê tên kirin.
Li Qada Îtalyayê ya li paytext Parîsê meş hat kirin û car caran di navbera çalakvan û polêsan da pevçûn derket.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî li tevahiya welêt 125 hezar kes tevlî çalakiyan bûne û sendîkayên xebatkaran jî îdia dikin ku 1,3 milyon tevlî çalakiyan bûne.
Li gor daxuyaniya Ewlehiya Parîsê li bajêr 80 hezar kes tevlî çalakiyan bûne û li gor sendîkayan jî milyonek kes li bajêr tevlî protestoyan bûne.
Wezîrê Karên Navxweyî Bernard Cazeneuve di daxuyaniya xwe da diyar kir ku 27 kes jê polês 40 di çalakiyan da birîndar bûn û zêdetirî 60 kesî jî avêtine nezaretan.
- Birca Eyfelê hat girtin
Di xwepêşanên di navbera polês û çalakvanan de pevçûn derket. Polêsan bi mebesta ku çalakvanan belav bikin, xaza îsotê û ava bitazyîk bikar anîn. Hin çalakvanan zirar da rawestgehên otobusan, binkeyên bankayan û kargehan.
Ji ber grevan di seferên otobus, metro û balafiran de pirsgirêk çêbûn. Yek ji 10 trenên bilez nexebitî. Ji ber ku pîlotên şirketa Air France nexebitîn, yek ji pênc seferan çênebû.
Birca Eyfelê jî ji ber xwepêşanan ji bo turîstan hat girtin. Rojname jî ji ber ku di çapxaneyan de grev heye nehatin çapkirin.