27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
PARÎS
Dadgeha Qanûna Bingehîn a Fransayê wek ku îdiayên ermeniyan ên li ser bûyerên 1915an jî di nav da hikmê qanûna eleqedar a der barê "sûcbûna redkirina hin sûcan" da betal kir.
Di biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn da hat gotin ku xêncî pêşnûmaya ku di dawiya sala par da bibû qanûn "qanûneke wiha lazim nake".
Di biryarê da wiha hat gotin: "Eva qanûna rê li ber ve dike ku şîroveyên li ser hin bûyerên qewimîne û dema xwe da sûc nebûne bên cezakirin. Ji aliyekî va jî qanûn dibe sedema tevlihebûna hin gotinên ku dibê bi nîqaşên dîrokî bên piştraskirin. Ji ber vê eva qanûna dibe êrîşeke li ser azadiya axaftinê."
Ji ber ku qanûn ji Meclisa Neteweyî û Senatoyê derbas bibû civaka tirk a li Fransayê û Tirkiyeyê bertek nîşan dabûn, hiqûqnasek û komeleyên tirkan serî lêxistibûn û biryar biribûn Dadgeha Qanûna Bingehîn.