27 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 27 Rêbendan 2017
ANKARA
Milîtanên PYDê li gundê Şiyûkê yê Cerablusê gulle berda 7 welatiyên sivîl ên Sûrî ku dixwestin vegerin mala xwe û di encamê de 7 kes mirin, 3 kes birîndar bûn.
Li gor çavkaniyên eskerî yên li herêmê milîtanên PYDê bi hinceta parastina gundê Şiyûkê û derdora wê ji DEAŞê li herêmê bicih bûn. Li ser vê ji wê herêmê 10 hezar xelkê Sûriyê derbasî Cerablusê bûn.
Piştî ku tehdîda DEAŞê nema sivîlên Sûrî li ser medyaya civakî ketin hereketê û xwestin vegerin gundê xwe.
Nêzîkî 100 welatiyên ji gundê Şiyûkê ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn ber bi Pira Şiyûkê ya li ser Çemê Firatê ku berê ji aliyê PYDê ve hatibû xerakirin meşiyan.
Gundiyên ku di destê wan de alaya Tirkiyê û ya Artêşa Azad a Sûriyê hebû li herêma En Nasiriye rastî gulleyên çekdarên PYDê hatin. Di encamê gullebaranê de 7 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn.
Birîndar li nexweşxaneyên Cerablusê têne dermankirin.