11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
MELBOURNE
Hat ragihandin ku li Fîjiyê ji ber Bobelata Wînstonê ya ku par bû sedema mirina 44 kesan û bêmalmayîna bi dehan hezar kesî 30 hezar û 568 kes ketin depresyonê.
Yataro Setoyayê wezîfedarê tenduristiya rih a Herêma Pasîfîkê ya Rêxistina Tenduristiya Dinyayê (RTD) ji Radyo New Zealandê ra axivî û diyar kir ku li gor daneyên RTDyê 30 hezar û 568 kes di depresyonê da ne û ev rewş jî ji ber Bobelata Wînstonê derketiye holê.
Setoya destnîşan kir ku piştî Bobelata Wînstonê depresyon zehf zêde bû, bira gel kesên ku di deprosyênê da ne ji bo alîkariyê îqna bike.
Di daxuyaniya Wezareta Tendusristiyê ya Fîjiyê da hat diyar kirin ku di 3 mehên dawîn da 20 kesî xwe kuşt û 25 kesan jî hewl da ku xwe darda bikin.
Wezaretê di çarçoveya kampanyaya ku dabû destpêkirin da ji bo nexweşên depresyonê xeta alîkariyê vekir.
Di sibata 2016an da Bobelata Wînstonê bi leza 325 kîlometreyî va li Fîjiyê xistibû, di bobelatê da 44 kes miribûn, bi dehan hezar kes jî bê mal mabûn. Zerera ku bobelatê dabû welêt jî bi qasî 360 milyon dolarî bû.