Sevim Hatun
17 Tebax 2017•Rojanekirin: 18 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku Mehdî Kerrûbiyê ji serokên muxalifê ku Îranê di hepsa malê de ye dest bi greva birçîbûnê kir.
Xanima serokê muxalif Fatma Kerrûbiyê ji malpera "Sahamê" ku nêzî Kerrûbî ye re axivî. Kerrûbiyê got ku Mehdî Kerrûbî îro dest bi grevê kir, ji bilî dermanê xwe yê dil tu tiştekî naxwe.
Fatma Kerrûbiyê got ku mêrê wê dixwaze li pêşiya gel were darizandin û hêzên ewlekariyê ji mala wî derkevin.
Mehdî Kerrûbî ji bo encamên serokomariyê yên 12 hezîrana 2009an nerazîbûna xwe anîbû ziman. Li welêt piştî hilbijartinê bûyer derketibûn û hatibû diyakirin ku Kerrûbî piştgirî daye çalakiyan. Kerrûbî ji ber vê yekê cezayê hepsa malê xwaribû.