17 Tebax 2017•Rojanekirin: 18 Tebax 2017
XEZE
Hat ragihandin li Xezeyê di êrîşa xwekujiyê ya li rojhilatê Deriyê Sînor ê Refahê hat kirin da kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.
Îyad el-Buzmê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê li Xezeyê di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku li ser xeta sînor ji 2 kesên bi destê hêzên ewlehiyê hatin sekinandin kesekî bombeya li ser xwe teqand.
Buzm diyar kir êrîşkar hat kuştin û kesê li cem û hin kesên din jî birîndar bûn.
Îyad el-Buzm diyar kir kesên birîndar li Nexweşxaneya Ebû Yûsuf en-Neccar tên dermankirin.
Çavkaniyên ewlehiyê ragihandibûn ku 2 kesên dixwazin ji Xezeyê derbasî Nîvgirava Sînayê bibin bi destê hêzên ewlehiyê tên sekinandin û ji 2 kesên bi destê hêzên ewlehiyê tên sekinandin kesek bombeya li ser xwe diteqîne. Hatibû diyarkirin di bûyerê da êrîşkarek hatiye kuştin, yek hatiye binçavkirin û yek jê giran 5 kes jî birîndar bûne.
Çavkaniyên tenduristiyê jî ragihandibûn Nîdal el-Ceferiyê wezîfedarê ewlehiyê li nexweşxaneyê miriye.
Di daxuyaniya Tûgayên Îzzeddîn el-Qessamê şaxa leşkerî ya Hemasê da jî mirina Ceferî hatibû piştrastkirin.