Bekir Aydoğan,Heman Hussein Yaseen
03 Nîsan 2022•Rojanekirin: 04 Nîsan 2022
Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê gelek kargehên dowîzan hatine vekirin, lê dîsa jî gel dev ji edetên xwe yên berê bernade û diçe pereyên xwe li ser dezgehên dowîzan ên li devê rê tên vekirin hûr dike.
Li Herêma Kurdistana Iraqê ji bilî dînarê Iraqê dolarê Amerîkayê jî di dan û stendinê da tê bikaranîn.
Kesên bi karê kirîn û firotina dowîzan ra eleqedar in li der û dora Çarşiya Qeyseriyê ya di heyama Osmaniyan da hatiye çêkirin dezgehên xwe kêleka dezgehên sebze û fêkî tên firotin vedikin.
Welatî bi salane diçin ser van dezgehên seyar û pereyên xwe hûr dikin ku ev dezgeh gelekî bala turîstan dikşînin.

- "Ji bo pereyên sexte em baldar in"
Helgurd Ehmedê li nêzîkî Midûriya Trafîkê ya Hewlêrê dezgehê xwe vedike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand 4 sal e ew vî karî dike û wiha axivî: "Her kes bi berpirsyarî tevdigere. Ji bo pereyên sexte em hemû baldar in. Bi saya komên Vîberê jî haya me ji borsayê çêdibe."
- Li devê rê wêne û fotokopî tên kişandin
Ji bilî dezgehên dowîzan li devê rê hin kes jî wêneyan û fotokopiyê dikşînin.
Salim Ehmedê vî karî dike jî got hewcedariya kesên diçin midûriya trafîkê bi fotokopî û wêneyan çêdibe û wiha axivî: "Hin caran ceyran diçe em pirsgirêkê dijîn. Hewcedariya makîneyan bi şarjê çêdibe. Heta ku em ji peyarêyan derbas nebin şaredarî qarîşî me nabe."