Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
03 Nîsan 2022•Rojanekirin: 05 Nîsan 2022
Li kampên Îdliba bajarê Sûriyeyê ya ku sivîlên ji ber êrîşên rejima Beşar Esed lê dimînin fitara ewil a meha remezanê hat vekirin.
Sivîlên li Sûriyeyê ji destpêka şerê navxweyî vir va 11 sal e remezanê ji dûrî malên xwe û di nav feqîriyê da derbas dikin.
Suad Mihemedê ji ber êrîşên rejima Esed xwe spartiye Kampa Keferyahmulê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand xwarin û xurekê wan tune û di meha remezanê da jî wan tiştekî baş nexwariye.

- "Me par goşt xwar"
Mihemed anî ziman wî bi jin û 5 zarokên xwe va ji gundê Maarathirmeyê ya li ser Îdlibê koç kiriye û wiha axivî: "Rewşa me pir xirab e, ji saet 8an heta 3yan ez ji bo 10 lireyê Tirkiyeyê di zeviyê da dixebitim. Herî dawîn me par goşt xwar. Em ê rojekê di kampê da ji birçîbûnê bimirin. Îro me kulmek savar çêkir. Tekane daxwaza min ew e ku em vegerin mala xwe."
Mihemed got rejima Esed dest daye li ser mal û dewlemendiya malbatên koç kiriye û wiha dewam kir: "Ez nikarim ji zarokên xwe ra nan jî bikirim. Lê dîsa jî hemd ji Xwedê ra."