Türkan Tosun
03 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2021
Ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê kuçe û kolan xalî man.
Kolanên herî qelebalix ên Wanê yên Cumhuriyet, Maraş û Meydana Beşyolê xalî man.
Ekîbên polês û zabiteyan li navenda bajêr çûyîn û hatin kontrol kirin.
Ekîban destûr dan welatiyan ku ew tenê bikaribin herin marketên nêzîk, ji bo welatiyên derketine trafîkê jî ekîban belgeyên wan kontrol kirin.
Li Mûş, Bidlîs û Hekariyê jî kuçe, kolan û meydan vala man.
Ekîban cihên kontrolê belgeyên welatiyên derketine derva kontrol kirin, yên guh nedane qedexeyê jî hatin cezakirin.