Serokê Lijneya Bilind a Serbixwe a Iraqê Serbest Mistefa li Erbîlê civîna çapemeniyê li dar xist û encamên hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) ya ku di 21ê îlonê de hatibû kirin, eşkere kir.
Li gor vê encamê PDKya di bin serokatiya Mesud Barzanî de ye 743 hezar û 984 ray sitand û 38 parlementer derxist û bû yekemînê hilbijartinan. Bizotneweyê Goranê ku Noşîrvan Mistefa serokatiya wê dike 476 hezar û 736 ray sitand û 24 parlementer derxist. YNKyê jî 350 hezar û 500 ray girt û 18 parlementer derxist.
Yekgirtoyê 186 hezar û 741 deng girt û 10 parlementer derxist, Komela Îslam 118 hezar û 574 ray sitand û 6 parlementer derxist, her yek ji partiyên wek Bizotneweyî Îslamî, Demokratên Sosyalîst, Areste û Azadiyê parlementerek derxistin. Kêmneteweyan jî ji ber kotayê 11 parlementer derxistin.
Serbest Mistefa diyar kir ji bo ku hilbijartin zelal be gelekî xebitîn û got ku der barê hilbijartinan de 800 gilî gihiştin ber destê me û em li ser wan giliyan yek bi yek lêkolînê dikin.