Nihat Kavşut
06 Hezîran 2020•Rojanekirin: 07 Hezîran 2020
Ji kabîneya Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ku ji 22 kesan pêk tê 7 wezîrên din jî hatin qebûlkirin.
Di dengdayîna li meclisê da ji bona Wezareta Karên Derva Fuad Huseyînê (Kurd) Wezîrê Darayiyê yê berê û ji bona Wezareta Neftê Îhsan Ebdulcabbar hat hilbijartin.
- Xiristiyanan jî di kabîneyê da cî girt
Ji bona Wezareta Çandiniyê Mihemed Kerîm Casim, Wezareta Ticaretê Ala Ehmed Hesen, Wezareta Koç û Koçberan Îvan Faîq (Xiristiyan), Wezareta Edaletê Salar Ebdussettar Mihemed (Kurd) û Wezareta Çand, Turîzm û Berhemên Dîrokî Hesen Nazim Abid Hummadî hat hilbijartin.
Wezîran li meclisê sond xwar û dest bi wezîfeyê kirin.
- Ji bona Tirkmenan rayeya wezîriyê dan serokwezîr
Tirkmen di kabîneya nû da nehatin temsîlkirin, lê ji bona Tirkmenan rayeya wezîriyê dan serokwezîr ku wezîriya dewletê li kabîneyê zêde bike.
Meclisa Iraqê di dengdayîna 7ê Gulanê da ji kabîneya ji 22 kesan pêk tê tenê wezîriya 15 kesan li meclisê hatibû qebûlkirin.