Nihat Kavşut
06 Hezîran 2020•Rojanekirin: 06 Hezîran 2020
Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 75 kesên din jî mirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur destnîşan kir ku li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû 75 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 8 hezar û 209an.
Cîhanpur diyar kir 2 hezar û 269 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 169 hezar û 425an.
Kiyanuş Cîhanpur destnîşan kir ku rewşa 2 hezar û 578 kesan giran e û got ku hejmara kesên baş bûne jî 130 hezar û 308 e.
Wek mayîn Cîhanpur diyar kir heta niha milyonek û 60 hezar û 126 testên Kovîd-19ê hatine kirin.