Elif Irmak
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 04 Sibat 2020
Xwepêşandêrên li Meydana Tehrîrê ya li navenda Bexdayê dijî peywirdarkirinê dirûşmeya "Ellawî nayê qebûlkirin" berz kirin.
Dîmenên ji qadên xwepêşandanê yên li bajarên başûr ên welêt ên ku tê da dirûşmeyên dijî Ellawî tên berzkirin hene ji ser çapemeniya civakî hatin parvekirin.
Li Iraqê Adil Ebdulmehdî ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê yên ku cotmehê da dest pê kirin mecbûr mabû ku di 29ê sermawezê da îstifa bike. Parlementoya Iraqê di 1ê kanûna pêşîn da îstifaya Ebdulmehdî qebûl kirbû.
Serokomar Salih îro peywira avakirina hikûmetê dabû Mihemed Tewfîq Ellawiyê Wezîrê Ragihandinê yê berê.
Divê Ellawî di nav mehekî da kabîneyê ava bike û ji parlementoyê dengê pêbaweriyê hilde.