Önder Beyter
02 Sibat 2020•Rojanekirin: 04 Sibat 2020
Nûnerê Rêxistina Tenduristiya Dinyayê li Fîlîpînan Rabindra Abeyasinghe di daxuyaniya xwe da ragihand ku welatiyekî Çînê yê 44 salî ku hefteya çûyî li paytext Manilayê ji ber giliya kuxik û qirikêşê çûbû doktor û di encama tedqîqan da koronavîrusa nû hatibû dîtin, mir.
Hat ragihandin, mirovê ku li Fîlîpînan ji ber koronavîrusê mir, mirovê yekemîn e ku li dervayî Çînê ji ber vê vîrusê mir.