ENBAR
Hat ragihandin ku li Iraqê bi 3 bombeyên warêlê ve êrîşî Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan kirin. Di êrîşê de jin û zarok bi giştî 25 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Meclisa Bajêrê Enbarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: "Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan ji hêla balafiran ve rastî êrîşê hat. Di bûyerê de bi dehan jin û zarok mirin û birîndar bûn. Bombebarandinên ku tên kirin zirarê dide sîvîlan."
Di daxuyaniyê de berpirsyarê êrîşî wek Wezareta Parastina Iraqê hat nîşandan.
Bijîjk Mazin ed-Duleymiyê ku ji yek bijîjkên Nexweşxaneya Felluceyê ye jî ji nûçegihanê AAyê re got ku firokeyên artêşê bi 3 bombeyên warêlê ve êrîşî Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan kirin. Di êrîşê de jin û zarok bi giştî 25 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn. Piştî êrîşî xisareke mezin di nexweşxaneyê de çêbû."
- Bombaya warêlê çi ye?
Bombeyên warêlê yên ku teqemeniyên TNTyê dikin nava warêlekê û wisa tên amadekirin û pişt re ji firokeyan tên avêtin ji hêla rejima Sûriyeyê tê bikaranîn. Li gor fuze û roketan ev bombe hêsantir tên çêkirin û ewil di sala 2012an de li Sûriyeyê hatibûn bikaranîn.
Rêvebiriya Esed ewil înkar kiribû ku ew van bombeyan bi kar naynin, lê paşê bi delîlan ve hat belgekirin ku wan ev bombe bi kar anîne.
Dema ev bombe tên amadekirin amonyum nîtrat, fuel oîl, şarapnelan jî dikin nav van bombeyan û wisa amade dikin. Herî zêde li cihên sîvîl ev tên avêtin û dema tên avêtin wek erdhejê erd diheje û deng derdikeve.