ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cevad Zarîf ragihand, ji ber ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li bajarên curbecur bûn, defet tunebû ku di demeke kurt da bi wan ra hevdîtin were kirin û ziyaret hat taloqkirin.
Zarîf daxuyanî da rojnameya el Sefîrê ya ku li Lubnanê tê weşandin û wiha got: "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê, Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî li Enqereyê bûn. Derfet tunebû ku ev her sê hevdîtin di demeke kurt de çêbibe. Ji ber tengasiya demê ziyaret hat taloqkirin."
Zarîf li ser pirsa Tirkiye ji lihevkirina nukleerê kêfxweş e an na jî wiha got: "Ew ji vê peymanê kêfxweş in. Ez hêvî dikim ku welatên din ên li herêmê jî ji vê peymanê kêfxweş bibin."
Zarîf wê vê hefteyê roja sêşemê bihata Tirkiyeyê, lê hatina wî taloq bû.