Türkan Tosun
30 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2019
Hat ragihandin li Japonyayê ji ber hewaya germ hefta çûyî 11 kes mirin û 5 hezar û 664 kes jî ji ber lêxistina tavê rakirin nexweşxaneyan.
Li gor nûçeya ajansa Kyodoyê li welêt ji ber hewaya germ hefta çûyî 11 kes mirin.
Di nûçeyê da hat gotin ji ber ku baran êdî nabare hewa zêde germ bûye, 5 hezar û 664 kes ji ber ku tavê li wan xistiye rakirine nexweşxaneyan. Ji van 119 kes divê herî kêm 3 hefteyan li nexweşxaneyê bimînin.
Rayedaran daxuyand li welêt rojên li pêş me jî hewa wê pir germ be, divê gel tevdîra xwe bibîne û zêde avê vexwe.