Sayed Khodaiberdi Sadat,Zehra Ulucak Kıdık
12 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2022
Li Kabula paytextê Efxanistanê li dijî otêleke ku Çînî jî tê da diman êrîşa çek û bombeyan hat kirin.
Li gor gotina şahidan, li herêma Şehrê New bi çek û bombeyan êrîşî otêleke aîdê Çînîyan kirin.
Hat gotin ku êrîşkar ket nava otêlê û çi kete ber gule lê reşand.
Li herêmê dengê teqîn û çekan hat. Gelek mensûbên Talibanê şandin herêmê.
Mensûbûn Taliban kolana ku diçe otêlê girt.
Hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.