Haydar Şahin
12 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2022
Li gorî ajansa fermî ya Îranê ÎRNAyê, li eyaleta Elbûrzê ji ber zêdebûna qirêjiya hewayê zanîngeh jî di nav da hemû dem û dezgehên perwerdeyê ji bo roja duşem û sêşemê hatin tetîlkirin.
Li paytext Tehranê jî ji ber ku bayê dihat pêşbînîkirin ranebû, qirêjiya hewayê zêde bû. Ji ber vê çendê bi biryara Wezareta Tenduristiyê dibistanên ku berê ji bo 2 rojan hatibûn tetîlkirin dê di roja duşem û sêşemê da jî di tetîlê da bin.
Midûriyeta Perwerdeya Qezwînê jî ragihand ku li eyaletê perwerdeya rûbirû ji bo rojekê hat rawestandin û perwerde dê online bên kirin.