Sayed Khodaiberdi Sadat
04 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2021
Li Kabula paytextê Efxanistanê di navbera hêzên Taliban û endamên DEAŞa rêxistina terorê da pevçûn derket.
Zabîhullah Mucahîdê Berdevkê Talibanê û "Cîgirê Alîkarê Wezîrê Çandê" yê rêvebiriya Talibanê diyar kir ku li Herêma Polêsan a 17emîn a li Kabulê dijî rêxistina terorê operasyon hat kirin.
Mucahîd got ku di operasyonê da sitargeha DEAŞê hat îmhekirin, endamên DEAŞê yên sitargehê da jî hatin kuştin.
Şahidan jî got ku li Xêrxaneya herêma Kabulê duh bişev di navbera endamên DEAŞ û endamên Talibanê da pevçûn derket û wê demê teqîn çêbû.
Ji aliyê din va duh êvarê li ber Mizgefta Eidgahê ya li Kabulê êrîşa bibombe hat kirin û di êrîşê da 5 kes hatibûn kuştin.
- Êrîşên DEAŞê zêde bûn
Piştî ku Talibanê Efxanistan kir destê xwe, DEAŞa rêxistina terorê êrîşên xwe zêde kirin.
DEAŞê piştî Talibanê çalakiya xwe ya herî mezin û xwînî li Balafirgeha Hemîd Qerzayî ya Navneteweyî kiribû.
Êrîşa balafirgehê di 27ê tebaxê da hat kirin û tê da 13 jê eskerên Amerîkayê bi tevahî 170 kes hatibûn kuştin.
Li Efxanistanê Celalabad wekî keleha DEAŞê tê zanîn. DEAŞê di 18 û 19ê îlonê da êrîşa bibombe kiribû û 4 kes hatibûn kuştin.
Rayedarên Talibanê daxuyandibûn ku DEAŞ seba Efxanistanê talûkeyeke mezin nîne û ew ê li welêt destûrê nedin fealiyetên rêxistinên terorê.