Gökhan Kavak
04 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2021
Hat ragihandin li Kenyayê ji ber hişkayiyê 200 hezar kes rojê danekê xwarinê dixwin.
Li gor daxuyaniya Beşa Meteorolojiyê ya Kenyayê ji ber hişkayiyê li rojhilat û bakurê welêt bi sed hezaran kes nikarin têra xwe xwarinê bixwin û avê vexwin.
Hat daxuyandin ji ber hişkayiyê 200 hezar kes rojê danekê xwarinê dixwin, ji ber kêmasiya xwarin û xurek 9 hezar kes jî divê bilez bên tedawîkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku heywan jî ji ber hişkayiyê tengasiyê dikşînin ji ber vê welatiyên ku karên heywandariyê dikin zirarê dibînin.
Hat gotin hişkayî wê heta çileya pêşîn dewam bike, bi taybetî tesîra hişkayiyê wê li ser herêmên Mombasa, Tana River, Kilifi, Lamu, Kwale, Mandera, Marsabit, Wajir, Garissa û Isioloyê çêbibe.
Li welêt ji 20î zêdetir herêm ji hişkayiyê tengasiyê dikşînin ku li van deran felaketa neteweyî hat îlankirin.
Qasî 2 milyon û 100 hezar kes bi birçîbûnê va rû bi rû maye, ji 500 hezarî zarok jî ji ber kêmasiya xwarinê nexweş in.
Di salên dawîn da li Kenyayê bobelata kûliyan çêbû, baran hindik dibare û ditirsin ku xelayî zêde bibe.