Türkan Tosun
25 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
EDIRNE
Dirêjiya rêza tirên ku wê ji Deriyê Sînor ê Kapikuleyê derkevin dervayî welêt gihîşte 15 kîlomêtroyan.
Li gor agahiyan tirên ji bo barên xwe yên îxracatê bibin dervayî welêt bi rê ketin li ber Deriyê Sînor ê Kapikuleyê zêde bûn.
Ji ber ku li aliyê Bulgaristanê kar hêdî dimeşe rêza tiran gihîşte 15 kîlomêtroyan.
Li ber Deriyê Sînor ê Kapikuleyê qasî 680 tir ji bo ku derkevin dervayî welêt li bendêne ku kar û barên fermî temam bibe.