Türkan Tosun
25 Adar 2018•Rojanekirin: 25 Adar 2018
ÎDLIB
Qefîleya sêyemîn a ku ji Arbîn, Zemalka û Ayn Terma navçeyên Xûtaya Rojhilat a di bin dorpêçiya rejîma Esed de ye derketibû rê, gihişt bajarê Hemayê.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li herêmê dan, piştî hevdîtinên bi garantoruya Rûsyayê qefîleya sêyemîn duh şev bi rê ket.
Qefîle ji 17 otobêsan pêk tê û tê de 994 nexweş, sivîl û eskerên mixalif hene. Konvoy serê sibê gihîşt Hemayê.
Tê texmînkirin ku qefîle piştî Hemayê wê ber bi Marretinumana navçeya Îdlibê hereket bike.
Bi vê qefîleyê va hejmara kesên ku ji Xûtaya Rojhilatê hatin tehliyekirin gihîşt 6 hezar kesan.
Haresteya navçeya Xûtaya Rojhilat bi tevahî hat valakirin. Hat ragihandin li navçeyên Arbîn, Zemalka û Ayn Termayê wê tehliyekirin dewam bike.
Navçeya Dumayê hê di bin dagirkariyê de ye.
Li gor pilana peymana ku bi garantoriya Rûsyayê hat kirin divê 8 hezar kes ji navçeya Harestayê bên derxistin.
- Pêvajoya tehliyekirinê
Di 19ê sibatê de Esed û alîgirên wê bi piştgiriya Rûsyayê ji bo ku Xûtaya Rojhilat a di destê muxalifan de ye bi dest bixin dest bi êrîşan kiribûn.
Di van êrîşan de gelek sivîl hatibûn kuştin û malê wan xirab bûbûn. Bi hezaran sivîlln jî xwe spartibû sitargehan û qatên jêr ên li bin avahiyan.
Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûtaya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin, lêbelê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir xurt kiribû.
Konseya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di 24ê sibatê de biryara agirbestê dabû, lê dîsa jî li Xûtaya Rojhilat êrîşan û kuştina sivîlan dewam kiribû.
Rûsyayê piştî biryara KENYê di 27ê sibatê de îlan kiribû ku agirbest dê her roj di navbera 09.00-14.00ê de (Bi saeta Tirkiyeyê 10.00-15.00) dest pê bike û îdia kiribû ku dê rejim jî vê yekê pêk bîne.
Lê hêzên rejimê guh nedabûn biryara agirbestê ya KENY û Rûsyayê û êrîşên xwe domandibûn. Ji 3yê adarê pê va jî li herêmê operasyoneke bejayî dabûn destpêkirin û cihên sivîl lê dijîn bombe kiribûn.
Rejim alîgirên wê di 11-12ê adarê de ji rojhilatê heta rojavayê Xûtaya Rojhilat pêşva çûbûn, navçeya Harestayê dorpêç kiribûn û Xûtaya Rojhilat kiribûn 3 perçeyan.
Piştî ku rejima Esed êrîş zêde kirin û gelek cih bi dest xist, bi deh hezaran kes mecbûr man ku koçî cihên di bin kontrola rejimê de ne.
Li Xûtaya Rojhilat a di bin kontrola mixalifan de ye nêzî 400 hezarî mirov qasî 5 salan e di bin dorpêçê de dijîn.