Fatih Gazioğlu
11 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2018
KERKÛK
Li Kerkûka bajarê Iraqê di êrîşa bibombe ya terorê lidarxist da kesek mir, 4 kes jî birîndar bûn.
Elî Kemalê Midûrê Polêsên Kerkûkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bombeya ku ji hêla terorîstan va li ser rê hatibû bicihkirin teqiya.
Kemal got ku di teqînê da kesek mir û 4 kes jî birînda bûn.
Kemal diyar kir ku ji ber tesîra teqînê di gelek dikan û xaniyên derûdorê de xisar çêbû.
Kemal îfade kir nasmaneya êrîşkaran hê ne diyar e û ji bo girtina wan lêpirsin dane destpêkirin.