Li Sûra navçeya Diyarbekirê rojek destûr nehat dayîn ku welatî derkevin derve. Piştî qedexe rabû, hat dîtin ku ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê di gelek avahî û kargehan de xisareke mezin çêbûye.
Li Sûrê ji ber êrişa PKKyê 2 polês cangorî bûbûn û 6 polês jî birîndar bûbûn. Duh walîtiyê di saet 09.30an de derketina derve qedexe kir û qedexe îro di saet 06.00an de dawî bû. Piştî vê hat dîtin ku li navçeyê mizgefta Kurşunluyê, kargehên welatiyan ên li taxa Fatîhtpaşa, Dabanoglu û Hasirliyê xisar dîtine.
- Kargeh û avahiyan xisar dît
Di êrîşan de roketavêjek wesayîta bizirx a polêsan ket, kargehek şewitî.
Dema polêsan hewl dan ku barîkat bên rakirin û xendeq bên girtin jî pevçûn derket. Ji ber pevçûnê di gelek malan de xisar çêbû. Ji ber van bûyeran welatî mexdûr bûn.
Herçiqas qedexeya derketina kuçeyan hatibe rakirin jî, hin esnafan kargehên xwe venekirin. Hinekan jî dema kargehên xwe vekirin û dîtin ku di kargehên wan de xisareke mezin heye, şaş û metel man.
- Ji ber êrîşê xwe di dolabê de veşartin
Du xwîşkên ku li taxa Fatîhpaşayê dijîn jî ji nûçegihanê AAyê re gotin ku pevçûn pir mezin bûye û ji ber wê mala wan xisareke mezîn dîtiye.
Xwîşkên ku nexwestin navên wan bê eşkerekirin gotin ku ji tirsa xwe ew ketine nav dolabê û xwe veşartine ku heta pevçûn biqede.