06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
HELEB/ANKARA
Li parêzgeha Heleba Sûriyeyê li navenda navçeya Minbica ku di bin dagirkirina rêxistina terorî PKK/PYDê da ye, esnaf bertek nîşanî biryara rêxistinê da ku ciwanan bi darê zorê çekdar dike û herwiha wekî bertek esnaf kepengên dikanên xwe berjêr kirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên herêmî yên li Minbicê hat wergirtin, biryara rêxistina terorî PKK/PYDê ya bi darê zorê çekdarkirina ciwanan, bû ciyê nerazîbûna xelkê bajêr.
Piştî ku PKK/PYDê hefteya çûyî biryara navborî wergirt, Meclisa Leşkerî ya Babê (ya muxalifan) bangî asnafê li navenda Minbicê kiribû ku kargehên xwe bigirin û dest bi xwepêşandanan bikin.
Esnafê navçeyê jî bersiv da banga grevê û hema hema tevahiya esnaf kargehên xwe girtin û piştgirî dan xwepêşandanê.
Wekî din, hat ragihandin ku mensûbên rêxistina terorî hin esnafên ku piştevaniya grevê kirin, desteser kirin.
Dîsa li navenda navçeyê û li hin gundên girêdayî wê, gel biryar û sepanên rêxistina terorî PKK/PYDê protesto kir.
Gelek welatiyên ku beşdarî protestoyê bûn, li dijî rêxistinê dirûşm berz kirin.
Xelkê Minbicê ragihand ku heger rêxistin ji bê biryara xwe paşda gav neavêje, xwepêşandana wan wê ber bi aliyekî cuda averê be.
Serokê Meclisa Bilind a Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyê Şêx Rafî Ukla er-Raco di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da destnîşan kir ku li taxa Pîşesaziyê ya Minbicê û li dewrûbera bakur li gundê Hudhud, Eyn Enahîl û Ayûşê li hemberî biryarên rêxistina terorî PKK/PYDê xwepêşandanên protestoyê hatin lidarxistin.
Er-Raco wiha xeber da, "Îro roj xelkê me serî hildaye, ev jî dide nîşan ku şoreşeke din dest pê kiriye. Ev, protestoyek e ku li dijî rejima Esed, PKK û çeteyên Qendîlê dest pê kiriye."