İbrahim Atmaca
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 07 Mijdar 2017
SANA
Fermandariya Hêzên Koalîsyonê ku Erebistana Siûdî serokatiya wê dike, îdia kir fuzeyên ku avêtin welêt "li Îranê hatine çêkirin".
Berdevkê Hêzên Koalîsyonê Albay Turkî El Malikî li Riyadê civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Fuzeyên ku Hûsiyan avêtin Erebistana Siûdiyê li Îranê hatine çêkirin. Ev fuze di cebilxaneya Artêşa Yemenê da tunene. Heke piştgiriya rejima Îranê tunebûya, Hûsiyan nikaribû rageşî zêde bikira. "
Turkî El Malikî diyar kir, hin delîl nîşan didin ku Îranê piştgiriya çekan daye Hûsiyan û wiha dewam kir: "Sena piştî ku di îlona 2014an da ket destê Hûsiyan, Hûsiyan dest da ser hemû alavên leşkerî yên Yemenê. Di nav çekan da yên herî girîng fuzeyên balîstîk in. Pisporên îranî piştgirî dan vê yekê. Îran di warê teknîk, di qada perwerde û plankirinê da bi pisporên leşkerî û fuzeyên balîstîk va piştgiriyê dide milîsên Hûsî."
Malikî wêneyên fuzeyên balîstîk ên bi navê "Wolkan-1" û "Wolkan-2"yan da nîşan û got ku li Yemenê berê ev fuze tunebûn û ev jî dide nîşan ku fuze kirine welêt.
Turkî El Malîkî destnîşan kir ku Hûsiyan nêzî 50 hezar mayin li ser sînorê Erebistana Siûdiyê çal kirine.
Paşîna çûyî ji Yemenê fuzeyên balîstîk avêtibûn bakurê rojhilata Riyada paytextê Erebistana Siûdiyê û pergala parastina esmanî fuze berteref kiribûn.