22 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2016
BERLÎN
Hat ragihandin ku li bajarê Munîxa Almanyayê di encama êrîşeke çekdarî li ser navendeke firoşyariyê da, herî kêm 6 kes hatin kuştin.
Li gor çapemeniya Almanî, Wezareta Karên Navxweyî ya Bayernê ragihand ku di êrîşa ser navenda firoşyariyê ya bi navê "Olympia-Einkaufszentrum" da herî kêm 6 kes mirin.
Thomas Baumann ji polêsên Munîxê jî got ku niha rewş tev li hev e "Em hewl didin ji bo her tiştî bikin bin kontrola xwe. Em nizanin êrîşkar li ku derê ne."
Polês xwest ku kes dîmenên cihê bûyerê li ser înternetê par ve neke.
Êrîşa li Munîxê wiha hat tomarkirin (vîdeo)