Türkan Tosun
20 Mijdar 2019•Rojanekirin: 20 Mijdar 2019
Ajansa Îstixbarata Parastinê (SIA) ya girêdayî Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) di "Rapora Hêza Eskerî ya Îranê" ya ku cara ewil hat weşandin da got Tehran wê veberhênanên xwe ya ji bo moşek û wesayîtên bêmirov zêde bike û ew hewl dide hêzên xwe yên bejayî jî bike tugayên midaxaleya acil.
SIAya ku raporeke bi vî rengî ji bo Rûsya û Çînê amade kiribû niha raporek jî ji bo hêza eskerî ya Îranê amade kir.
Di rapora cara ewil hat weşandin da der barê hêzên Îranê yên bejahî, esmanî û behrê, bernameya nukleer, moşek û wesayîtên bêmirov da gelek agahî hene.
Li gor vê raporê, ji bo stratejiya ewlehiya neteweyî ya Îranê hewl tê dayîn ku rejima Şiî bê parastin, gefxwarinên hundir û derva bên berterefkirin û Îran li herêmê bibe hêzeke xurt.
Di raporê da hat gotin Îran hêza xwe ya eskerî dizayn dike ku ew li dijî artêşên Rojavayî yên teknolojiya wan xurt e li ser piyan bisekine û êrîşên muhtemel ji holê rake.
Raporê wiha dewam kir: "Îran dizane ku ew nikare hêzên xurt ên Rojavayî û Amerîkayê têk bibe, ji ber vê girîngiyê dide fuzeyên balîstîk ên dikarin li herêmê hedefan bixin, hêza ewlehiya qeraxê ya ku neqliyeya behrê ya li Kendava Basrayê û Avtenga Hurmizê tehdîd dike û hêzên wekîl û hevpar ên dikarin li dervayî welêt operasyonên ne konvansiyonel bikin."
Hat gotin Îran wê moşekên xwe yên balîstîk xurtir bike û wan bi cî bike.
Ji bilî van agahiyan raporê destnîşan kir ku Tehran hewl dide moşekên xwe yên parastina esmanî, pergala xwe ya radarê modernîze bike û ambargoya YEyê ya çekan a li ser Îranê çawa ji holê rabe ew ê balafirên şer ên nû û tankên modern bikire, wê wesayîtên bêmirov (ÎHA) pêşva bibe.
Hat destnîşankirin di 10 salên pêş me da Îran dikare li herêmê operasyonên mezin bike.