Nihat Kavşut
05 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2017
ANKARA
Li Nijeryayê kelekeke rêwiyan binav bû û li gor agahiyên ewil 17 kes xeniqîn.
Li gor nûçeyên di medyaya neteweyî da derketin di keleka li ser çemê Nijerê binav bû da 60 kes hebûn.
Li gor agahiyan kelek li koka dareke di bin ava çêm da ye diqelibe û binav dibe.
Suleyman Karîmê Kordînatorê Ajansa Rewşa Acil ya Neteweyî ya Nijeryayê daxuyanî da û destnîşan kir di xebatên lêgerînê da heta niha cinazeyê 17 kesên xeniqî hatin dîtin.
Karîm diyar kir ji bo dîtina 26 rêwiyên din jî xebat dewam dikin.
Li Nijeryayê meha borî 3 kelek binav bûbûn û 74 kes xeniqîbûn.