Abdullah Tel
12 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2019
PARÎS
Li Parîsa paytextê Fransayê ji ber teqîna li firneyekê pêk hat gelek kes birîndar bûn.

Midûriyeta Ewlehiyê daxuyanî da û ragihand ku li herêma 9emîn ewilî agir bi firneyekê ket û paşê jî teqîn çêbû.

Li gor agahiyên di çapemeniya Fransayê da cih girt ji ber teqînê gelek kes birîndar bûn. Tê gotin îhtimal heye ku teqîn ji ber xaza qaçax pêk hatibe.
Gelek ekîbên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê kirin.