Saadet Firdevs Aparı
17 Îlon 2024•Rojanekirin: 17 Îlon 2024
Li hin deverên paytextê Maliyê Bamakoyê dengê çekan hat bihîstin.
Li gorî çavkaniyên xwemalî, sibehê zû li deverên cuda yên paytextê dengê çek û teqînan hat bihîstin.
Li gorî îdiayên hin hesabên medyaya civakî, li dijî tesîseke eskerî êrîş hat kirin. Di dîmenên hatin parvekirin da jî dûyê ku bi ser bajêr ketiye dixuyê.
Li Maliyê di 2020 û 2021ê da piştî derbeyên eskerî yên li ser hev hatibûn kirin, Assimi Goita bûbû serokomarê pêvajoya berwext.