Haydar Şahin
05 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
EFRÎN
Wezareta Tenduristiyê li Racoya bajaroka Efrînê navenda tenduristiyê ya ku bêpere xizmetê dike vekir.
Li navendê polîklînîkên daxiliye, diran, nexweşiyên jin û zarokan û xêncî van jî laboratuvara tehlîlan û dermanxane jî li navendê hene.
Li navendê derman bê pere tên dayîn û gelê Racoyê êdî ji bo hewcedariyên tenduristiyê naçin Efrînê li vê derê tên dermankirin.
Saad Ehmedê midûrê navenda tenduristiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji Racoyê çûyîna Efrînê zehf zor e, nika gelê bajaroka bi rihetî xwe digihîne xizmetên tenduristiyê.
Ehmed destnîşan kir ku xizmetên li navendê tên dayîn bê pere ne û wiha aixvî: "Em ji hikûmeta Tirkiyeyê û Wezareta Tenduristiyê ra sipas dikin. Gelê Racoyê ji meşaqatê xilas kirin."
Heyder Eliyê nexweş jî got, "Em berê ji bo dermankirinê diçûn navenda Efrînê. Rê dûr bû xirab bû. Em ji Tirkiyeyê ra sipas dikin. Ji me ra navenda tenduristiyê ava kir. Min kurê xwe anî ji bo dermankirinê. Elhemdulîllah li navendê her tişt heye. Ya girîn ew e ku em dermanan jî bê pere distînin."