Fatih Gazioğlu
05 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
QUDIS
Li Şerîeya Rojava eskerên Îsraîlê 21 Filistînî binçav kirin.
Artêşa Îsraîlê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got li herêmên cuda ên Şerîeya Rojava 21 Filistînî ji ber îdiaya "beşdarî çalakiyên terorê" bûne, hatine binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat ên ku hatine dagirkirin ji ber îdiayên cuda gelek caran diavêjin ser malan û Filistîniyan binçav dikin.
Li gor çavkaniyên Filistînî yên fermî di girtîgehên Îsraîlê de 450yê wan girtiyên îdarî, 12yê wan parlamenter û 300ê wan jî zarok bi tevahî 6 hezar û 500 Filistînî girtî ne.
Îsraîl bi qanûna "girtina îdarî" dikare kesekî Filistînî ji mehekê heta 6 mehan binçav bike.
Heke biryar were dayîn ku girtî ji bo "Ewlehiya Îsraîlê talûke ye" dadgerê eskerî bêyî ku sûc îsnad bike dikare maweya girtîbûnê heta 5 salan dirêj bike.