İbrahim Atmaca
05 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
ANKARA
Têlevîzyon di sala 1923yan da hat îcadkirin û paşê li her qadên jiyanê bandora xwe zêde kir, lê ji aliyekê va seba hinekan jêneger e hinek jî vê keşfa sedsalan 20emîn naxe mala xwe.
Di sedsala 20emîn da gelek keşfên ku jiyana merivan guherand, hatin dîtin û îcada têlevîzyonê piştgirî da ku agahî li her derê dinyayê belav bibin. Ev amûra ragihandinê ji aliyekî va ket her qadên jiyanê, ji aliyekî din va jî bû sedema nîqaşa ku li ser çandên herêmî texrîbatê dike.
Di pêvajoya berbelavbûna enformasyonê da têlevîzyonê piştî radyoyê derket û vê gavê jî ji ber ku înternet êdî zêdetir tê bikaranîn li hember înternetê li ber xwe dide.
Bi pêşketina teknolojiyên kompîturê, hêsanbûna bidestxistina înternetê, avantajên bikaranîna têlefonên biaqil, pêşketina torên civakî, zêdebûna dabînkerên rêzefîlm û fîlman ên ku li ser platformên mobîl weşanê dikin va hinek êdî hêdî hêdî temaşekirina têlevîzyonê diterikînin.
Dê û bavên ku dixwazin zarokên xwe ji aliyên zirardar ên têlevîzyonê biparêzin, têlevîzyonê naxin mala xwe.
Nûçegihanê AAyê fikr û ramanên kesên ku ji têlevîzyonê dûr disekinin û naxin mala xwe da hev.
Rojnameger Bakit Kalmuratov (42) diyar kir ku ji bo parastina zarokên xwe ew têlevîzyonê naxe mala xwe û ji bo agahiyan kompîtur û têlefonê dixebitîne.
Kalmuratov destnîşan kir ku zirarên têlevîzyonê ji feydeyên wê zêdetir in û wiha dewam kir:
"Ji dêvla temaşekirina têlevîzyonê meriv bi zarokan ra eleqedar bibe, çêtir e. Du zarokên min hene û li gor min ew çi qas ji têlevîzyonê dûr mezin bibin, ew qas mifadartir e. Di têlevîzyonê da tiştên ne li gor edetên me hene û ew hêdî hêdî di binehişa zarokan da cî dibin. Ev jî bandoreke neyênî li ser pêşketina şexsî ya zarokan çêdike. Di xeberan da jî timî tiştên neyênî nîşan didin. Ji ber van hemû sedeman em têlevîzyonê naxin mala xwe."
Ozge Karayê jî got ku ew tu carî nebû mubtelayê têlevîzyonê û rojevê naşopîne.
Mehmet Onal jî diyar kir, ji ber ku her kanalek ji aliyê siyasî û civakî-çandî va berê meriv didin fikra xwe, ew ji têlevîzyonê dûr ket.