HEWLÊR
Sahrî bal kişand ku dewletên rojavayî dixwazin li herêmê pevçûnan derxînin.
Sahrî di axaftina xwe ya bi nûçegihanê AAyê re de got ku li Îraqê bi taybetî jî di demên dawî de hin dewlet dixwazin şerê şiî û sûniyan derxin.
Sahrî ragihand ku Serokê Tevgera Sadr Mukteda es-Sadr li ser van bûyerên rojên dawîn hemû buroyên tevgerê hişyar kirin. Sahrî diyar kir ku siyasetmedar û melayên aqilmend yên Îraqî haj bi vê gefê hene û ji bo vê yekê jî tevdîran digirin.
Sahrî diyar kir ku girîngtirîn peywira rûspiyan ew e ku mirovan ji pêvçûnên mezhebî dûr bixin û wiha got: "Kurd, tirk, tirkmen, erep, şiî, sûnî ferq nake, parastina hemû îraqiyan peywira me ye. Em li hember pêvçûnên mezhebî ne û dînê îslamê emir dike ku em bêyî ku ferqa mezheban bikin, bi biratî, bi hev re bijîn. Dewletên ku naxwazin herêm bi îstiqrar be, dixwazin li herêmê pêvçûna sûnî û şiiyan derxînin. Bi bawer bin ku heke li herêmê welatek îstiqrarê bi dest bixe dê welatên din jî jê sûd werbigirin. Di nav van tevliheviyan de planên mezin hene."