Türkan Tosun
10 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2021
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya herî kêm a bişev di binê sifirê da 21 pileyan va li Agiriyê hat pîvan.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê qismên bakur hewa wê pir ewrayî be, destê sibê jî cemed, hişkî, mij û dûmanê çêbe.
Germahî li gor demsalê wê zêde be, ba jî wê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî kêm di bin sifirê da li Agiriyê 21, li Qersê 16, li Erdexanê 15, li Erziromê 9, li Îdirê 8, li Erzinganê 3, li Tunceliyê jî 2 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tuncelî û Erzinganê 10, li Erziromê 3, di bin sifirê da li Qersê pileyek, li Erdexanê 2, li Îdir û Agiriyê 4 pile be.
Ji ber ku li herêmê hişkî, cemed, mij û dûmanê çêbibe hat daxuyandin ku şofêr di serî da welatî û rayedar bila baldar û bi tevdîr bin.