Önder Beyter
10 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2021
Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketiyan a di rojekê da li Hindistanê di binê 19 hezarî, li Koreya Başûr jî di bin 700î da ye. Li Çînê jî 69 pêketî hatin tesbîtkirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt di rojekê da 18 hezar û 645 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, hejmara giştî jî derket 10 milyon û 450 hezarî û 284an.
Her wiha li welêt 201 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 150 hezar û 999an, ya kesên baş bûn jî derket 10 milyon û 75 hezar û 950an.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.
- Çîn
Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da 69 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin ku 21 jê ji dervayî welêt in.
Li Çînê heta niha 87 hezar û 433 pêketî hatin tesbîtkirin, 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 82 hezar û 211 kes jî baş bûn.
- Koreya Başûr
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr di rojekê da 665 pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û hejmara giştî bi vê va derket 68 hezar û 664an.
Di 24 satên dawîn da 25 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 1125an. Her wiha heta niha 50 hezar û 409 kes jî baş bûn.