Fatih Gazioğlu
27 Hezîran 2019•Rojanekirin: 28 Hezîran 2019
Li Komara Buryatyaya ku li ser Rûsyayê ye balafireke rêwiyan dema dixwest dakeve balafirgehê ji pîstê derket. Di qezayê da 2 pîlot mirin û 22 rêwî jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên ku li çapemeniya Rûsyayê derketin, balafira ku tîpa An-24 e û dixwest ji bajarê Nîjneangarskê biçe Ulan Udeyê ji ber pirsgirêkekê vegeriya Balafirgeha Nîjneangarskê.
Balafirê dema dixwest bilez dakeve ji pîstê derket û li avahiyekê xist û piştra agir pê ket.
Di qezayê da 2 pîlot mirin û 22 rêwî jî birîndar bûn. Di balafirê da 40 rêwî hebûn.
Li ser bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.