Abdullah Tel
13 Nîsan 2018•Rojanekirin: 14 Nîsan 2018
MOSKOVA
Li Kaliningrada bajarê Rûsyayê firokeya bi tîpa Ka-29 a ku aîdê Stola Behra Baltiqê ya Ûris bû di wextê firîna ceribînê de (test) ket û 2 pîlot mirin.
Ji navenda çapemeniyê ya Stola Behra Baltikê ya Ûris daxuyanî hat dayîn û hat diyarkirin ku firokeya bi tîpa Ka-29ê bi şev ji bo firîna ceribînê li ser Behra Baltiqê firî.
Di dema firinê da ji ber sedemeke hêj nediyar firoke ket û 2 pîlotên ji ekîba firînê bûn jî di bûyerê da can dan.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin ku wextê firokeyê dest bi firînê kir rewşa hewayê jî baş bû.