08 Sibat 2017•Rojanekirin: 08 Sibat 2017
ANKARA
Fermandeyê Pêşmerge li qezaya Şengalê ragihand ku di kolanan de goreke din a bikomî hatiye dîtin ku termê 6 kesan tê de bûye.
Li gor daxuyaniya di malpera PDKê de Fermandeyê Pêşmerge Emîd Simê Boselî diyar kir ku do bişev hatine agahdarkirin ku li Şengalê goreke din a bikomî heye û zûbizû dest bi kolandinê kirine.
Boselî destnîşan kir ku li nêzîkî Şengalê di kolanan de goreke din bikomel hatiye dîtin ku termê 6 kesan tê de ye.
Boselî got: "Li gor lêkolînên seretayî termên hatine dîtin aîdî zilaman in. Bi vê yekê re jimara gorên bikomel gihîşte 30î. DEAŞê 30 gorên bikomel li pey xwe hiştine."