08 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
ANKARA
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi heyeteke Ewropî ya bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Yekîtiya Ewropayê ji bo Handana Azadiya Dînî û Baweriyan Jan Figel re li Hewlêrê civiya.
Di civîna ku li Avahiya Serokwezîriyê birêve çû de Figel kêfxweşiya xwe der barê çanda bihevrejiyanê li Herêma Kurdistanê heye anî ziman diyar kir ku ew Ewropa piştgiriya vê destkeftê dikin û dixwazin ku ev yek li hemû Iraqê serdest be.
Herwiha hewl û pêngavên hikûmet û xelkê Kurdistanê ji bo hewandina jimareyeke zêde ya penaberan bilind nirxand û destnîşan kir ku ewê di vê mijarê de arîkarê Herêma Kurdistanê bin.
Figel, li hemberî îstiqrar û geşedana li Herêma Kurdistanê heye ecêbmayîna xwe diyar kir û hêvî kir ku divê Hewlêr rola xwe ji bo çareseriya problemên Iraqê bilîze. Diyar kir ku Ewropa di her pêngavê de amade ye arîkar be.
ü "Kultûra bihevrejiyanê hêjayiyeke civaka Kurdî ye"
Serokwezîr Barzanî jî sipasiya têbînî û xweşbîniya heyeta mêvan jir û got: "Kultûra bihevrejiyanê hêjayiyeke civaka Kurdî ye. Gelek problemên ku di vî warî de derketine pêş me jî bi qanûnan hatine çareserkirin. Herwiha der barê vê de gelek qanûn hatine derxistin."
Barzanî bal kişand wê yekê ku Herêma Kurdistanê û rêvebiriya wê hewl daye ku faktorê îstiqrarê bin li herêmê. Barzanî got: "Divê aliyên din jî bi heman awayî cehd û xîret bikin da ku bihevrejiyan bibe modêleke sertaserî."
Herwiha der barê çewsîna taîfî û mezhebî de jî Barzanî wiha axivî: "Mixabin li hinek cihan qirkirina nijadî û dînî çêdibe. Li welatê me bi nemana terorîstên DEAŞê divê pêvajoya aştiyane li her derê destpê bike. Divê penaber vegerin cihên xwe û ji her tundiyê dûr bimînin. Herwiha lazim e pêvajoya bihevrejiyanê bikeve nav bernameya xwendin û perwerdeyê."