Abdullah Tel
12 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2020
Li çar aliyê dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) ketibûn û mirin ji milyonek û 600 hezarî derbas bû.
Li gorî "Worldometer"a malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku cara ewil li Wuhana bajarê Çînê hat dîtin û di demeke kurt de li dinyayê belav bû, gihişt 71 milyon û 451 hezar û 695an.
Ji ber şewba Kovîd-19ê milyonek û 601 hezar û 452 kes jî mirin.
Di nav welatên ku ji ber Kovîd-19ê mirin lê herî zêde ne da Amerîka di rêza ewil da ye û heta niha li Amerîkayê 302 hezar û 762 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.
Li Brezîlyayê 180 hezar û 453, li Hindistanê 142 hezar û 662, li Meksîkayê 113 hezar û 19, li Îngiltereyê 63 hezar û 506, li Îtalyayê 63 hezar û 387, li Fransayê 57 hezar û 567, li Îranê 51 hezar û 727, li Îspanyayê 47 hezar û 624, li Rûsyayê 45 hezar û 893 û li Arjantînê jî 40 hezar û 606 kes bi şewba Kovîd-19ê mirin.
Şewba Kovîd-19ê cara ewil li Wuxana bajarê Çînê hat dîtin û di demeke kurt da ji 200î zêdetir welat û herêmên dinyayê belav bû û heta niha 49 milyon û 652 hezar û 44 kesên bi Kovîd-19ê ketibûn jî pak bûn.