Türkan Tosun
08 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2020
Li seranserê dinyayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 68 milyonî derbas bû.
Li gorî "Worlmeter"a malpera Înternetê ya ku daneyên Kovîd-19ê li ser tên belavkirin, li seranserê dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ya ku cara ewil li Wuxana bajarê Çînê hat dîtin û di demeke kurt de li dinyayê belav bû, gihişt 68 milyon û 862 hezaran.
Li Amerîkaya ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 15 milyon û 370 hezar û 339an.
Piştî Amerîkayê welatên ku herî zêde pêketî li wan hatine tesbîtkirin bi vê rêzê va wiha ne:
Hîndistan 9 milyon û 703 hezar û 908, Brezîlya 6 milyon û 628 hezar û 65, Rûsya 2 milyon û 515 hezar û 9, Fransa 2 milyon û 295 hezar û 908), Îtalya milyonek û 742 hezar û 557, Îngiltere milyonek û 737 hezar û 960, Îspanya milyonek û 725 hezar û 700, Arjantîn milyonek û 466 hezar û 309, Kolombiya milyonek û 377 hezar û 100, Almanya milyonek û 200 hezar û 6.
Li seranserê dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19 mirinê gihişt milyonek 551 hezar û 760î. Kesên bi vîrusê ketin û paşê baş bûn jî gihişt 47 milyon û 86 hezar û 637an.