Önder Beyter
08 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2020
Li Lîbyaya ku xebatên edilandina yekîtiyê tên meşandin, hat tesbîtkirin ku Xelîfe Hefter ji Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) xwestiye ku milîsan bişîne.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, peywirdarên MYEyî li Xartûmê digel Fermandarê Hêzên Piştgiriya Bilez a Sûdanê Mihemed Hamdan Dagalo hevdîtin pêk anî.
Eşkere bû, di hevdîtinê da heyeta MYEyê, beramberî şandina hêzên xwe bo Lîbyayê, sozê piştgiriya darayî û eskerî dane Dagalo û her wiha Dagalo jî ev pêşniyaz qebûl kiriye ku 2 tuxay esker bişîne Lîbyayê.
Hat destnîşankirin, Dagalo ji bo vê yekê 23yê cotmehê telîmat daye Serokatiya Herêma Darfûra Başûr ku 1200 esker amade bibin, ji hêla Serokê Daîreya Karûbarên Eskerî yê Herêma Darfûra Başûr Hamid Cuma Adam milîs hatine amadekirin ku ji kampa Niyalayê bo baregeha Cûfrayê bên şandin.
Nameya der heqê mijara ku milîs dê di kurtedemekê da derkevin rê jî bazariya veşartî ya navborî derxist holê.
Delîla lihevkirina veşartî
Di nameya ku 6ê mijdarê hatiye nivîsîn û xîtabî Fermandarê Şaxartêşê Mihemed Hamdan Dagalo dike da ew agahî heye, koma milîs a 1200 kesî ya di çarçoveya lihevkirina bi hêzên Hefter va hatiye amadekirin, amade ye ku ji kampa Niyala derbasî baregeha Cûfrayê bibe.
Gotinên Dagalo "Em ne eskerê peretî ne. Îdiaya li Lîbyayê eskerên peretî yên Sûdanî û milîsên Cancavîdê hene, xelet û bêbingeh e." jî bi vê nameyê va hatin derewandin.
Çavkaniyên ewlekariyê bal kişandin ku peywendiyeke nêzîk ya Dagalo bi Misir, Erebistana Siûdî û MYEyê ra heye. Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku yekîneyên girêdayî Dagalo beşdarî operasyona "Bahoza Biryardariyê" ku berî niha li Yêmenê hat lidarxistin, bûn û li dijî Hûsiyan şer kirin.