Nihat Kavşut
17 Hezîran 2017•Rojanekirin: 18 Hezîran 2017
SILÊMANÎ
Li Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê di dema nimêjê da kesên nasnameya wan nayê zanîn bombeya destan avêtin mizgeftekê û ji ber êrîşê 3 kes birîndar bûn.
Reza Evdilayê berpirsiyarê Mizgefta Beheştê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Wexta li mizgeftê terewîh dihatin kirin kesên nayên zanîn bombeya destan avêtin hewşa mizgeftê û 3 kes birîndar bûn."
Evdila diyar kir kesên birîndar demildest rakirine nexweşxaneyê û got ji bo qefaltina êrîşkaran jî hêzên ewlehiyê dixebitin.