Nihat Kavşut
16 Hezîran 2017•Rojanekirin: 17 Hezîran 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê DYAyê ragihand pêvajoya normalîzebûnê ya Barack Obamayê Serokê berê yê DYAyê bi Kubayê ra dabû destpêkirin betal kiriye.
Trump li Mîamiya bi piranî penaberên ji Kubayê lê dijî xeberda.
Donald Trump destnîşan kir polîtîkaya DYAyê ya dijî Kubayê diguherînin û got ez demildest peymana yekalî ya rêvebiriya DYAyê bi Kubayê ra îmze kiriye betal dikim.
Trump destnîşan kir biryara pêvajoya normalîzebûnê ya rêvebiriya Obama di dawiya 2014an da hilda tenê bi kêrî hikûmeta Kubayê tê.