Abdullah Tel
14 Nîsan 2020•Rojanekirin: 15 Nîsan 2020
Wezareta Tenduristiyê ya Spanyayê daneyên der barê Kovîd-19ê da rojane kir.
Hejmara kesên duh ji ber şewba Kovîd-19ê miribûn duh 517 bûn û îro jî 567 kes mirin.
Spanya di mijara têkoşîna li hemberî belavbûna şewba Kovîd-19ê da ev 10 rojin ku awayek baş hewl dida û hejmara miriyan û weqayan kêm kiribû lê tê dîtin ku Spanya di mijara daxistina weqa û miriyan da hêj negihîştiye pêvajoya berjêrkirinê.